
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ragihand, bicîhanîna rêkeftinên navbera Hewlêr û Bexdayê pêwîstî bi îradeyeka micid heye.
Serokwezîr Mersûr Barzanî li Hewlêrê pêşwazî li serokê hikûmeta Iraqê Adil Ebdulmehdî û şanda pê re kir.
Civîn qasekî beriya niha xilas bû. Li gorî agahiyên BasNewsê, di civînê de behsa pêwendiyên navbera Hewlêr û Bexdayê hat kirin.
Serokwezîrê demkî yê Iraqê Adil Ebdulmehdî di civînê de got ku bingeheka baş bo pêwendiyên navbera Hewlêr û Bexdayê hatiye dayîn, niha jî firsendek baş heye bo çareserkirina pirsgirêkan, bi rengekî ku bi sûda tevahiya xelkê Iraqê be.
Serokê hikûmeta Kurdistanê Mesrûr Barzanî jî ragihand, çareserkirina pirsgirêkan û bicîhanîna rêkeftinên navbera Hewlêr û Bexdayê pêwîstî bi biryar û îradeyeka micid heye.
Mesrûr Barzanî behsa metirsiyên DAIŞê jî kir û got, DAIŞ hîn jî wek tehdîdeka micid e li ser tevahiya Iraqê, ji ber wê jî divê hemahengiyek zêdetir di navbera Herêma Kurdistanê û hikûmeta Iraqê de hebe û hêzên hevpeyman jî alîkar bin.
Di civînê de her du aliyan têkestî li ser wê yekê kirin ku divê Iraq ji nakokî û aloziyên navçeyî û navdewletî dûr be û hewla hevsengiyê bide di navbera aliyan de.