Cîhan

Serokwezîrê Kurdistanê îro li Davosê çend hevdîtinên girîng pêk tîne

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî dê îro li Davosê çendîn hevdîtinên girîng pêk bîne.

Peyamnêra K24ê li Davosê Awara Hewramî da zanîn, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro di çarçoveya beşdarbûna di Korbenda Aborî ya Cîhanî li Davos 2023 de, dê çend hevdîtinên girîng pêk bîne.

Beşdarbûna Serokwezîrê Herêma Kurdistanê di panel û hevdîtinên ligel kesayetên siyasî yên cîhanê de, dê bandorê li ser pêwendiyên Herêma Kurdistanê ligel welatan bike, bi taybetî di warê berhemên navxweyî yên Herêma Kurdistanê û hinartina wan bo bazarên cîhanê de, ku yek ji armancên sereke yên Serokwezîr, geşepêdana sektora çandiniyê li Herêma Kurdistanê ye.

Korbenda Aborî ya Cîhanî li Davos 2023 duhî dest pê kir, Serokwezîr Mesrûr Barzanî jî yek ji beşdarên korbendê ye û dê beşdarî çend panel û gotûbêjan bibe, herwiha dê bi serkirdeyên cîhanê re hevdîtinên taybet pêk bîne.

Balkêş e ?
Close
Back to top button