Cîhan

Serokwezîrê Kurdistanê diçe Tirkiyeyê

Di daxuyaniyekê de bo malpera fermiya hikûmeta herêma Kurdistanê, Felah Mistefa berpirsê têkeliyên derve yê hikûmeta herêma Kurdistanê eşkere kir ku, Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê Kurdistanê bi vexwandineke fermî ji aliyê civata Atlantic ve dê bi serokatiya  şandyeke bala a herêma Kurdistanê serdana Tirkiyeyê bike û dê beşdariyê di çaremîn korbenda enerjî û aborîyê a civata Atlantic ku, dê di rojên 15-16ê mehê de li bajarê Stenbulê li Tirkiyeyê bê sazkirin, bike.

Berpirsê têkeliyên derve yê hikûmeta Kurdistanê her li dor serdana Barzanî bo Tirkiyeyê got: ”Di çarçoveya korbenda civata Atlantic de civîneke taybet bi cîyê herêma Kurdistanê di warê aborî û enerjiyê de li deverê, bê saz kirin.”

Herwesa, heyeta herêma Kurdistanê a bi serokatiya Nêçîrvan Barzanî dê çend dîdar û civîna digel heyetên welatên biyanî yên beşdar di korbenda Atlantic de bike.

 

Back to top button