Hukumeta Ak Partiyê pişniyara yasaya ku herkes bi zimanê xwe  di dadgeha de bikaribe parastina xwe bike bir ber parlementoyê. Eger ev pêşniyar di parlementoyê de bê qebûlkirin wê girtiyên kurd bikaribin bi zimanê kurdî parastina xwe di dadgehan de bikin.

Wezîrê dadê yê Tirkiye bi nave hukumetê ev guhertina qanûnê ya parastina kurdî doh bi nave hukumetê rêkir ber parlementoyê. Dê ev pêşniyara hukumetê di parlementoyê de bê gotubêj kirin û eger piraniya denga bistîne dibe qanûn.

Ji ber ku ev guhertin pişniyara hukumetê ye helwesta Ak partiyê kifşe. Herweha helwesta MHP-ê jî vekiriye. MHP pişgiriya vê guhertinê nakê û li dijê wê disekine.

Niha çav hemi li helwesta BDP û CHP-ê ye. Ka gelo dê gotubêjên di parlementoyê de li ser vê babetê bêne kirin çi bêjin. Di encam de wê helwesta wan di dengdanê de çibe.

Ev yek daxwaziya girtiyên di greva birçîbûnê de ye jî. Lê Serokê BDP-ê Demirtaş dabû xuyakirin ku ew xwe ji xebata parlementoyê û ji komisyonên parlementoyê de didin aliyekî û xwe bi awayekî dicemidînin.

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: