Civak

 Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li Pîrmamê dengê xwe da.

Mesrûr Barzanî piştî dengdanê got: “Hêvîdar im hemû welatiyên ku mafê wan ê dengdanê heye îro biçin ser sindoqan û biryarê li ser diyarkirina nûnerên xwe û hikûmeta xwe ya bê bidin.”

Mesrûr Barzanî hêvî xwest ku hilbijartinên îro yên parlementoyê di geşeke aram de derbas bibin û got: “Hêvîdar im gelê Kurdistanê îro xelata xizmet û dirustiya xwe bide û kesên ku bi çarenivîs û mafên gelê Herêma Kurdistanê dilîze ceza bike.”

Serokwezîr Mesrûr Barzanî herwiha got: “Hêvîdar im serkeftin ji bo Kurdistanê be û ez bawer im gelê Kurdistanê dê her tim biser bikeve.”

Back to top button