Civak

Serok Barzanî dengê xwe da..

Serok Barzanî li Pîrmamê dengê xwe bo xula şeşemîn a hilbijartinên Parlamentoya Herêma Kurdistanê da.

Dengdana giştî ya xula şeşemîn a Parlamentoya Kurdistanê îro 20-10-2024an, demjimêr 07:00ê sibê dest pê kir û heta demjimêr 18:00ê êvara heman rojê berdewam dibe.

Hilbijartin di bin çavdêriya Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Iraqê de tê kirin. Li gorî komîsyonê, 2 milyon û 683 hezar û 618 dengder dikarin beşdarî hilbijartinên giştî bibin.

Roja Înê, 18-10-2024an dengdana taybet a xula şeşemîn a Parlamentoya Kurdistanê birêve çû. Li gorî komîsyonê rêjeya beşdariyê gihişte ji sedî 97ê bû û 208 hezar û 521 endamên hêzên ewlehiyê deng dane.

Back to top button