Hevpeyvîn

Serokwezîr:Destihilata Rojavayê Kurdistanê destihlateke dîktatorî ye

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ragihand, rewşa aborî ya Herêma Kurdistanê ligel ku berbesteke mezin e, derfeteke jî bo bi xwe çaksaziyê bikin.Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di konferansa “Serxwebûna Kurdistanê, Rûbirûbûn û Derfet” de li zanîngeha Amerîk Kurdistan – Dihokê de derbarê siyaseta hikûmetê bo çaksaziyê de got, pêwîst e siyasetekê li ser wê bingehê danin, ku petrola me heye, ne gaz, bo wê jî dest bi rêformê kiriye, herçend e ne asan e, lê serkeftî dibe.Pêwendiyên ligel BexdayêDerbarê pêwendiyên ligel Bexdayê de, Barzanî amaje kir, berê derbarê birîna budceya Herêma Kurdistanê biryara xwe dane û pirsgirêk ew e, ku dixwazin her tiştekî bi navendê ve girêdayî be, ew jî gelekî metirsîdar e, Bexda li cihê çareseriyê şaşbûnan dubare dike.Her di vê derbarê de got: “Em wek Kurd piştî sala 2003an me hemû tişt bo pêşeroja Iraqê kir. Piştî 12 salan pirsa wê yekê dikin li kû ne û me çi kir. Her wê demê me Pêşmerge bo parastina dezgehên Iraqê şandin Bexdayê.”Krîza koçber û penaberanDerbarê krîza koçber û penaberan û giraniya li ser milê hikûmeta de, Barzanî amaje bi wl yekê kir, ku 1.8 milyon koçber û penaber li Herêma Kurdistanê hene û zêdetir ji 60 hezar koçberên nû ji Mûsilê hatine Herêma Kurdistanê. Salane 1.4 milyar Dolar bo koçber û penaberan xerc dikin.Got jî, Netewên Yekgirtî bo vê pirsê rasterast danûstandinê bi Herêma Kurdistanê re nake û Bexda jî xwe dûr xistiye. Rêjeya rûniştvanên Herêma Kurdistanê ji ber koçber û penaberan ji sedî 29 blind bûye û xizmetguzariya av û kehrebê li ser milê hikûmeta giran bûye.
Kurdistanê fakterê aramiya navçê yeDerbarê rola Pêşmerge û Herêma Kurdistanê li navçê de, Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî diyar kir, Pêşmerge ne tenê ji bo Kurd, lê ji bo tevahiya cîhanê şerê terorê dike û Kurd sedemeke girîng e bo parastina mirovatiyê.Barazî got jî, Herêma Kurdistanê wek akterekî xwe nîşan daye, ku li navçê fakterekî aramiyê ye, bi dîfatkto çespandiye ku sedema asayişa navçeyê ye. Bo cîranan jî çespandiye ku sedema aramiyê ye. Di şerê li dijî terorê de jî di çeperên pêşî de ne.Pêkvejiyan li KurdistanêBarzanî di vê derbarê de amaje bi tabloya ciwan ya pêkvejiyanê li Kurdistanê kir û nimûneya Xirîstiyanan anî û got, tamarên kûr yên Xiristiyanan li Kurdistanê hene û bi hev re dijîn.Di li ser pirseke Sekreterê Partiya Bêtnehrên Romyo Hekarî derbarê navçeyên rizgarkirî bi taybet ew navçeyên Xirîstiyanînişîn de Barzanî bersiv da û got, bi ti awayî sînorên wan navçeyan nehatine dabeşkirin, tiştê ku heye, tenê dabeşkirineke leşkerî ye bo parastina wan navçeyan e.Pêwendî ligel TirkiyeDerbarê pêwendiyên hikûmeta Herêma Kurdistanê bi Tirkiyê re, Barzanî amaje kir, pêwendiyên asayî bi Tirkiyê re hene û cîrantî heye.Barzanî got jî: “Bi Tirkiyê re tenê rêkeftina aborî heye û tiştekî veşartî tune ye. Tirkiye cîranê me ye.”ŞingalLi ser rewşa Şingalê û avakirina wê, Barzanî diyar kir, ku hîn bo pêşeroja wê navçeyê ti aramî nabînin, ji ber wê daxwaz ji ji derketina hêzên PKKê ji Şingalê dikin.Li ser pirsa palementarekî Êzidî di Parlementoya Iraqê de derbarê alîkariyên darayî yên Bexdayê bo PKKê li Şingalê, Barzanî got: “Di vê derbarê de me bi Bexdayê re axaftin kiriye, bi taybet derbarê alîkariyên wan bo PKKê.” Herwiha Barzanî got jî, tiştê dibe ne di berjewendiya Iraqê de û ne ya PKKê de ye.Rojavayê KurdistanêLi ser Rojavayê Kurdistanê Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî diyar kir, ew destêwerdanê di karûbarên wan yên navxweyî de li Rojavayê Kurdistanê nakin, lê tiştê ku ew dixwazin ew e, ku miletê Kurd li Rojava di çarçoveya wî welatî de bigihin mafên xwe.Herwiha Barzanî got: “Destihilata ku li Rojavayê Kurdistanê destihlateke dîktatorî ye û tiştê tîne li ser miletê Kurd li wê derê Beşar Esed bixwe jî ne aniye serê wan.”Barzanî got jî, divê bi birayetî derfet bo hemûyan were dayîn, da ku bi hev re bijîn û bi hev re pêşeroja wê deverê îdare bikin. Barzanî got jî, heta ew desthilata li Rojavayê Kurdistanê dîlê PKKê ye, ti pêşerojekê li Sûriyê nabînin.K24
Back to top button