Polîtîk

Serokwezîr û McGurk pirsa Îraqê û hilbijartina Kurdistanê dinirxînin

Nêçîrvan Barzanî Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Roja Sêşem 2018-09-11 pêşwaziya Brett McGurk Nûnerê Serokê Wilayetên Yekgirtiyên Amerîkayê li hevpeymaniya navdewletiya şerê DAIŞê û şandeka pê re kir.Li hevdîtinekê behsa rewşa niha ya Îraqê, hewlên pêkanîna kabîneya nû ya Îraqê, civînên parlemantoyê ji bo vê yekê kirin.Herwiha rola Herêma Kurdistanê û hevparî li piroseya siyasî ya Îraqê û pêkanîna kabîneya nû nirxandin û hêvî xwestin bi zûtirîn dem Hikûmeta nû ya Îraqê pêk bihê , ku di berjewendiya hemû pêkhatên Îraqê de be û serdemeka nû  li vî welatî destpê bike.Her du aliyan behsa rewşa siyasî ya Herêma Kurdistanê û berhevî ji bo hilbijartinên parlemantoya Kurdistanê kirin, ku biryar e li roja 30 Îlonê bihê sazkirin.McGurk kêfxweşiya xwe ji bo sazkirina hilbijartina Parlemantoya Kurdistanê li dema diyarkirî nîşanda û hêvî xwest bi serkevtî rêve biçe.Li dawiyê jî behsa dawîn pêşhat û rewşa deverê kirin. 

Back to top button