Civak

Serokwezîr serokê nû yê parlementoyê pîroz kir

 Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê Kurdistanê bi rêya peywendiya telefonê, pîrozbahî li Yusif Mihemed Sadiq serokê nû yê parlemantoya Kurdistanê kir û hêviya serkeftinê jê re xwest.

Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê Kurdistanê, duhî roja pêncşemiyê 1ê gulanê, telefona Yusif Mihemed serokê nû yê parlamentoya Kurdistanê kir û bi minasibeta hilbijartina wî weke serokê nû yê parlamnetoya Kurdistanê pîrozbahî lê kir û hêviya serkefitên ji re xwest.

Barzanî hilbijartinên parlamnetoya Îraqê û hilbijartinên civatên wîlayetên herêma Kurdistanê bi gavek serkeftî nirxand û hêvî kir ku, Îraq û wîlayetên Kurdistanê di paşerojê de ji bona zêdetir xizmetkirina gel û hevwelatiyan gavên mezintir pavêj in.

Serokwezîrê Kurdistanê di peywendiya telefonî de digel serokê nû yê parlamentoyê, tekîd li ser parastina destkeftiyên demokratîk yên herêma Kurdistanê û zêdetir lihevnêzîkbûna aliyên siyasyên nav parlamentoyê kir, daku, aramî û amneiyeta herêma Kurdistanê berdewam be û azadiya aborî jî îatîqrartir be, daku, geşkirina aboriyê, jiyna hevwelatiyan xweştir be û xelkê Kurdistanê hest bi hebûna siyaseta hevahengiya navbera aliyên siyasî ji bona parastina destkeftiyên hevbeş û niştimanî bikin.

Serokêzîr hêvî kir ku, çar salên bên bibin mînakek nû ji bona xebatên hevbeş li ser berjewendiyên hevbeş, ji ber ku dibe di nava van çar salan de herêma Kurdistanê rû bi rûyê gelek pirsên çarenivîsaz bibe.

Ji aliyê xwe ve serokê nû yê parlamnetoya Kurdistanê sipasiya serokwezîrê Kurdistanê kir û hêvî kir ku, qonaxa bê bi alîkariya hemû aliyan û karên hevbeş qonaxa serkeftinên zêdetir be.

Back to top button