Civak

Serokwezîr sala nû pîroz dike

Serokê hukumeta Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di malpera xwe ya taybet a facebook de, peyamek ji bo sala nû belav kir û sala nû li gelên Kurdistanê pîroz kir.

 Nêçîrvan Barzanî di peyama sala nû de dibêje:

Sala nû ya 2013ê li her Kurdistaniyekî li her cihekî pîroz dikim. Hêvîdarim sala nû bibe sala serkeftin û aramiyê.

Jiyanek xweş û serkeftî ji bo her kesekî daxwaz dikim. Bila sala nû bibe sala geşbûnê û pêşveçûnê.

Herweha ez selametiyê û tenduristiyek baş ji bo Mam Celal serokkomarê Iraqê dixwazim.

Her di xweşîyê de bin, sala taze bibe sala cihbicihkirina hêviyên we teva.

Silav û Rêz

Back to top button