Polîtîk

Serokwezîr pêşwaziyê li Balyozê Swîsreyê dike

Balyozê Swîsreyê yê Urdin û Îraqê ku erka wî li Urdin û Îraqê bi dawî tê û ji bona xatirxwastinê serdana Serokwezîr kir, roja 18.07.2018ê li bajarê Hewlêrê, ji aliyê Nêçîrvan Barzanî Serokwezîrê Herêma Kurdistanê ve hatin pêşwazî kirin.Balyozê Swîsreyê, ji bo wê hevahengî û hevkariya pê re hatî kirin û piştevaniya kar û çalakiyên balyozxaneyê û rêxistinên mirovî yên swîsreyî  sipasiya hikûmeta Herêma Kurdistanê kir û hêvî xwest ew hevahengî û hevkarî di navbera Herêma Kurdistan û  Swîsreyê de berdewam be, rola hikûmeta Herêma Kurdistanê di pêşwazîkirin û hewandina hijmareke zêde ya koçber û penaberan bilind nirxand.Serokwezîrê Kurdistanê hêvî xwest ku Balyozê Swîsreyê li Urdin û Îraqê di wezîfeya xwe ya nû de serkeftî be û tekîd li ser berdewamiya hevkarî û hevahengiya navbera Herêma Kurdistanê û Swîsreyê, bi taybetî rêxistinên mirovî ji bo hevkarîkirina koçber û penaberan kir.Serokwezîr Barzanî ji şandeya mêvan re behsa pirosesa siyasî û rewşa emnî li Îraqê, têkeliyên navbera Hewlêr û Bexdayê, operasyona hevbeşa vê dawiyê ya pêşmerge û hêzên hevpeymanan ji bona binbirkirina DAÎŞê kir.Li dor pirosesa siyasî li Îraqê, Serowkezîr got ku Herêma Kurdistanê madeye danûstandinan bi Îraq re bike bi armanca aramiya siyasî û emnî û dabîkirina mafên destûriyên gelê Kurdistanê.

Back to top button