Polîtîk

Pirojeya ku PJAKê ragihandiye bo piştevanîkirina rêjîma Îranê ye!

Berpirsekî Partiya Demokrat ya Kurdistana Îranê (PDKÎ) dibêje, ew pirojeya ku PJAKê bo Îranê ragihandiye, bo piştevanîkirina rêjîma niha ya Îranê ye.Çend roj berê Partiya Jiyana Azad ya Kurdistanê (PJAK), ku xwe wek baskê PKKê yê Rojhilatê Kurdistanê dide nasîn, pirojeyek bo “demokratîzekirina Îranê” ragihand. Wê pirojeya PJAKê di nav partiyên Rojhilatî de deng veda û rastî nerazîbûnê hat.Endamê Navenda Siyasî ya PDKÎ Teymûr Mistefayî li ser wê pirojeya PJAKê ji BasNewsê re got, PJAK baskekî PKKê ye ji ber wê jî ew pirojeya ku PJAKê ragihandiye, ya PKKê ye.Teymûr Mistefayî her wiha got, qesta wan ji wê pirojê ew e ku bi Îranê re li hev bikin, jixwe pêwendiyên PJAKê bi Îranê re heye. Dema mirov li pirojê dinêre mirov dibîne ku piroje di rastiyê de bo piştevanîkirina rêjîma niha ya Îranê ye.Wî berpirsê PDKÎ anî ziman ku PKK dixwaze siyaseta ku li Rojavayê Kurdistanê meşandiye li Rojhilat jî bişopîne û got, lê rewşa Rojhilat ferq dike bi ya Rojava re. Li Rojhilat gelek partiyan xebata çekdarî kirine û niha jî di bin sîvanekî de hatine ba hev. Piraniya xelkê Rojhilat jî piştevaniya wan dikin ne PKKê. Loma PKK nikare bibe alternatîfa wan partiyan. Eger biryar be tiştek bo Rojhilat were kirin divê bi rêya wan partiyan re bê kirin ne bi rêya PKKê re.Teymûr Mistefayî li ser derketina şer di navbera PKKê û partiyên Rojhilatî de jî hişyarî da û got, me ti carî pê xoş nîne di navbera me û PKKê de alozî û şer derkeve lê eger PKK û Îran li ser birêvebirina Rojhilat li hev bikin wê çaxê metirsiyek derdikeve holê ku em qet naxwazin niha li ser biaxivin.Hêmin Salih /Bas

Back to top button