Serokwezir pêşwaziya wezîrê derve yê Fransa kir

Wezîrê Derve yê Fransayê serdana Hewlêrê kir û di çarçoveya hevdîtina bi Serokwezîr Mesrûr Barzanî re got, Herêma Kurdistanê faktoreke girîng a ewlehî û aramiyê ye li navçeyê.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 23ê Nîsanê pêşwazî li Wezîrê Derve yê Fransayê Jean-Novel Barrot kir.
Di hevdîtinê de, Wezîrê Derve yê Fransayê dilxweşiya xwe ji bo serdana Hewlêrê anî ziman û bal kişand ser dostaniya xurt a di navbera Herêma Kurdistanê û Fransayê de û got, Herêma Kurdistanê faktorek girîng a ewlehî û aramiyê li navçeyê ye.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî spasî û pêzanîna Herêma Kurdistanê ji bo piştgiriya berdewam a hikûmet û gelê Fransayê dubare kir û tekezî li ser girîngiya pêşxistina pêwendiyên dualî di warên cuda de kir.
Di beşeke din a civînê de, her du alî li ser pêwîstiya avakirina kabîneya nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê di demek nêzîk de li hev kirin.
Pêwendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û hikûmeta federal de, girîngiya misogerkirina mafên destûrî yên Herêmê û rêzgirtina li sîstema federal, her wiha destpêkirina hinardekirina petrolê Herêma Kurdistanê, mijarên din ên hevdîtinê bûn.