CîhanPolîtîk

Serokwezîr pêşwazî li wezîra Hallandî kir

Neçîrvan Barzanî Serokwezîrê Herêma kurdistanê pêşwaziya Lilianne Ploumen Wezîra Bazirganiya Derve û alîkarî ji bo Perepêdan a Holendayê û şandeka pê re kir.Ploumen bi giring nirxandina qurbanî yên Pêşmerge ji bo rizgar kirina deverên cuda û parastina bingehên mirovî û parastina mirovatiyê xuya kir Gel û Hikûmeta Kurdistanê zêdebarê rewşeka dijwara darayî, pêşwazî ji hijmareka zêde ya koçber û penaberan kirine û xizmetkariyê ji wan re pêşkêş dikin.Her wiha bal kişande ser çareser kirina kêmasî yên di nava kempan de, ku divê civaka navdewletî pitir alîkariyê pêşkêşê koçberan bike û pêdagirî jî li ser dema piştî azadkirina Musilê û vegerandina mitmane ji pêkhatiyên cuda yên deverê re û dabên kirin û parastina asayiş û avedan kirina deverê kir.Serokwezîrê Herêma Kurdistan ji aliyê xwe ve, bi spas kirina vê serdanê û hizr û rayên Ploumen, ew piştrast kir ku Hikûmeta Herêma kurdistanê li ser alîkarî kirina koçber û penaberan berdewam dibe.Pêdagirî li ser vê yekê jî kir ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo her guhertin û pêşve çûneka serdemî berhev e, bi awayekî di berjewendiya Gelê Herêma Kurdistanê de be.Her derbarê vê pirsê, Serokwezîr xuya kir Herêma Kurdistanê dikare sûdê ji pisporî û ezmûna dewlemenda Holenda werbigire, ji bo vê yekê jî her du alî dikarin komîte yên hevbpar ava bikin. Her wiha daxwaz kir Holenda li ser asta navdewletî rolê xwe bilîze ji bo vê yekê di vî rewşa dijwar de civaka navdewletî alîkariya Herêma kurdistanê bike. 

Back to top button