Nêçîrvan Barzanî Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, roja yekşemê 18.11.2018ê li bajarê Hewlêrê, pêşwazî li şandeyeke rêxistina GSMSG ya amerîkî ya xwebexiş ku ji hijmareke pizîşk û neştergehan pêkahtibû, kir. Ew şandeya Amerîkayê dê di nava heftiyekê de li kampên penaber û koçberan bigere û xizmetgozariyên saxlermiyê pêşkeşî wan bike.
Şandeya mêvan behsa kar û çalakiyên xwe yên li Herêma Kurdistanê dike, kir û rola xelkê Kurdistanê di rûbirûbûna DAÎŞê, pêşwazîkirin û hewandina hijmareke gelek zêde ya koçber û penaberan û aramî û kultura pêkvejiyana li Herêma Kurdstanê heye bilind nirxand.
Nêçîrvan Barzanî kar û çalakiyên şandeya mêvan di warê mirovî de li Herêma Kurdistanê dike bilind nirxandin û hêvî xwest ku kar û xebatên wan berdewam bin û hikûmeta Herêma Kuridstanê jî amadeye di vê açrçoveyê de alîkarî û pitgiriya wan bike.