Hewcedarî Bi Projeyên Netewî

Şerefxan Cizîrî

 

Tevgera Kurdan ya netewî heta nûha projeyên hevbeş dernexistinê pêşberî netewa Kurd. Her çiqase dem dem me qala netewayetiyê kiribe jî, di warên projeyên hevbeş de bi dilgermî xebat baş nehatiye kirin. Ne ji hêla teorî, raman û entelektuelî de û ne ji hêla pratîka siyasetê de projeyên me zelal nebûne. Bêtir daxwazên me weke dirûşmên rojane mane lê tu bingehê siyasî, rêxistinî,  madî, ideolojîk û girseyî ji bona wan daxwazên netewî nehatine pêşkêşkirin…

Ango zexelîyeke entelektüelî û siyasî jehra xwe berdaye nava gewdê netewa Kurd…

Tê zanîn ku projêyên netewî, weke ji nav jî baş diyar dibe, divê netewî – girseyîbın. Ango tevahîya Kurdan himbêz bike; weke ziman, kultur, welat, rêxistin, nasname, edebîyat, dîrok ûhw. Di rewşa îro de gelek asteng li pêşberî wan têgehên netewî hene; weke dewletên dagirker, tıxûbên wana, perçebûna Kurdan, hişmendîyeke lawaz, heremparêzî, ezezîtiya siyasî, fragmantalîzma ideolojîk û zarava parêzî.

Ev û gelek tiştên din bûne asteng li pêşberî projêyên netewî. Lê dîsa ji Kurd dikarin li ser ziman, kultur û nasnama xwe projeyên hevbeş bi hevdû re biafirînin. Hevbeşbûna xwe derxînin pêşberi netewa Kurd. Bêyî wan projeyên şênber bingeha netewî – girseyî ku li cem Kurdan heta nûha baş nehatiye serifandin, nehatiyê pejirandin, ev rewş îro li pêşberî hevbeşbûna me bûye pirsgirêkek kûr. Ji ber vê yekê jî xebata proseya netewî, ji ber pirsgirêkên ku hene binê wêna vala dimîne. Em dizanın ku tunebûna wan projeyan bûye qospek dijwar li dijberî proseya netewayetiyê.

Divê Kurd karibin netewabûna xwe li seranserê Kurdistanê bi dilgermî niqaş bikin û çareseriyên hevbeş bibînin. Di her warî de divê fikir û ramanên netewayebûne werin pêşkêşkirin û pêşroja Kurdan li Rojhilata Navin gav bi gav zelal bibe. Yan na bêhevîbûn dikeve nava hişmendiya Kurdan û pêre jî doza netewîya Kurdan di pêşerojê de dikeve ber sıkratê, lawaz dibe.

ji ber tunebûna wan helwestan jî tevgera netewî û hişmendiya netewî li seranserê Kurdistanê îro qels maye. Ji bona pêşerojeke ronahî û hêviyên mayînde divê projeyên netewî formata xwe eşkere bikin. Çarçova xwe zelal bikin. Bi vê armancê divê tevgera netewayetiyê bibe xwedî bingeheke madî û mayînde. Em hemû dizanin ku heta nûha fikir û projeyên netewî baş realize nebûne. Daxwaz û dîtin tenê di gotinê de mane lê ji nûha û pêde divê tevgera netewî ji hela siyasî û pratîk de wan projêyan bînê rojeva civaka Kurdan.

Divê tevgera netewî astengên ku li himberi projeyên netewî hene bi rêbazên rasyonel û siyasî çareser bike.

Mînak; çima heta nûha me tevgereke zimanî li seranserê Kurdistanê bi rêkûpêk lidarnexistiyê û pirsa ziman û perwerdebûnê bi rêbazên hemdemî, weke projeyeke netewî neanîyê rojeva civaka Kurdan? Ma ne divê li seranserê Kurdistanê em weke Kurd û Kurdistanî bikaribin bi hevdû di nava têkilîyên zimanî û kulturî de bin? Ma ne divê di pêşeroja Kurdan de –minîmûm be jî- zimaneke Kurdan yê hevbeş û standart hebe? Gelo bêyî zimaneke hevbeş û standart wê avakirina netewayetiyê li Kurdistanê dikaribe bibe sedema têkçûna raman û pratika welatekî yekgirtî? Tê zanîn ku xetera li himberî prosesa netewayetiyê bi giştî lokalîzm û heremparêziye. Heke em vê konaxê bi rêbazên rasyonel derbasnekin, pêşeroja Kurdistaneke yekgirtî wê têk biçe. Li şûna proseya netewayetiyê wê proseya heremparêz û refeodalîzm li Kurdistanê destpêbike û xurtir jî bibe.

Dîsa bi pirsa ziman ve girêdayî em dikarin li seranserê Kurdistanê gav bi gav nasnameyeke Kurdî çawa ava bikin? Ji bona avakirina nasnamayeke hevbeş wê çi beşên kulturî ji me Kurdan re pêwist bin? Newroz, ziman, edebiyat, dîrok, huner, şûnwar, herem, bajar, erdnîgarî, sembolên siyasî, rêbertiya Kurdan, êş û azara Kurdan, pêwendiyên aborî, destanên Kurdî gelo dikarin bibin beş ji bona avakarina nasnameyeke netewî?

Asteng çi ne?

Heke bersiv erenî be, divê wê çaxê em bikaribin projeyên netewî bi hevdû re ava bikin. Divê di vê pirsê de em hevbeş bibin. Em hevdû qebûl bikin. Em jiyaneke pir reng û pir deng bipejirînin. Bi hevdû re kar bikin, hevdû nasbikin. Na heke bersiva me neyênî be, wê çaxê em dikarin li şûna van têgehan çi derxînin pêşberi raya Kurdan? Em divê bi haweyekî hevbeş, şenber û pratik karibin pirsa nasnameya netewî ji xwe re zelal bikin. Yan na wê daxwaza Kurdistaneke yekgirtî tûşî gelek bertekên siyasî, kulturî û nasnameyên heremî bibe. Ango têgeha Kurdistan wê çaxê weke projeyeke siyasî têk diçe û tenê dibe weke têgeheke dîrokî û di nava kelepûra Kurdan de cihê xwe digire.

Gelo ji bona vê armancê di nava me Kurdan de fotografê Kurdayetiyê çawa tê tesewûr kirin? Em Kurd di kijan mirekan de porê şeh dikin? Em dixwazin kijan fotografên me li dinyayê û Kurdistanê werin naskirin? Kurd şervan in, Kurd merd in, Kurd wêrek in, Kurd bindest in, Kurd di doza xwe de yekgirtî ne, Kurd demokrat in, Kurd çepgir in, Kurdistan warê şarıstaniyê ye, welateke dewlemend e? Ûhw…

Di van pirs û pirsgirêkan de em hewcedarê projeyên netewî ne…

Divê siyaseta di vê mijarê de xwe zelal bike…

 

 

Nerîna min :