Serokwezîr pêşwazî li nûnera NY li Iraqê kir

Serokê hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwazî li nûnera taybet ya sekreterê giştî yê NY li Iraqê, Jeanine Hennis-Plasschaert kir.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî îro li Hewlêrê pêşwazî li şandeka NY bi serokatiya nûnera taybet ya sekreterê giştî yê NY li Iraqê, Jeanine Hennis-Plasschaert kir.

Di civînê de, piştî ku bi giştî behsa rewşa Iraq û deverê hat kirin, Serokwezîr Mesrûr Barzanî behsa pêwendiyên Herêma Kurdistanê û Bexdayê kir û ragihand, hevdîtin di navbera her du aliyan de didomin. Armanca serekî ji wan hevdîtinan ew e ku her du alî bigihên rêkeftinê li ser wê esasê ku mafên Destûrî yên Herêma Kurdistanê parastî bin.

Mesrûr Barzanî her wiha da xuyakirin, ruxmî rewşa zehmet ya darayî Herêma Kurdistanê bû sitargeha koçberan û penaberan û ew hewandin.

Di civînê de behsa rewşa Kerkûkê jî hat kirin. Her du alî di wê baweriyê de bûn ku divê madeya 140 ya Destûra Iraqê were bicîhanîn û rewşa bajêr jî normal bibe.

 

 

Nerîna min :