Polîtîk

PDK li Kerkûkê dixwaze yek listeya Kurda hebe

Berpirsê Liqa 3 yê Partîya Demokrata Kurdistanê (PDK), Mehemed Xurşîd ragehand: PDK li gel yek lîsteya hevbeş a aliyên Kurdistanî ye bo hilbijartina encûmena parêzgeha Kerkûkê.

Îro duşemê Mehemed Xurşîd ji Kurdistan24ê ra axivî û got: Wek PDK em yekem partî bûyîn me daxwaza yek lîstîyê kir bo helbijartina Civata parêzgeha Kerkûkê.”

Herweha Mehemed Xurşîd got: Em li gel wê yekê ne ku kurd yek deng û yek helwêst bin. Bi rêya telephone ve em li gel alîyên Kurdî li Kerkûkê axivtîne û me helwêsta xwe bi wan re ragehandîye, ku em li gel yek lîsteyê ne û me pêşnîyaz jî kir ku giringe nave lîstê navê Kurdistanê têde hebe, lê xoşbextane navê lîstê hatîye ragehandin û nave lîstê (Kerkûk Kurdistanî ye) ye.

Îro alîyên sîyasî yên Kurdistanî li Kerkûkê bi mebesta pişikdarîkirinê di helbijartinên encûmena parêzgehê civiyan û rêkevtin ku bi lîsta hevpişik pişikdarîyê di helbijatinê de bikin.

Biryare 1ê Nîsan a dahatî piroseya helbijartina encûmena parêzgehên Iraqê birêve biçe.

Back to top button