Civak

Serokwezir pêşangeha navdewletî ya pîşesazî û avadaniyê li Hewlêrê vekir

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li Hewlêrê pêşangeha navdewletî ya pîşesazî û avadaniyê ya Iraqê vekir.

Zêdetirî 400 kompanyayên navxweyî û biyanî berhemên xwe yên nû yên di warê avahîsaziyê û pîşesazî de li pêşangeha navdewletî ya pîşesazî û avadaniyê ya Iraqê ku li Hewlêrê tê lidarxistin, pêşkêş dikin.

103 ji Çînê, 42 ji Iraqê, 33 ji Herêma Kurdistanê, 76 ji Tirkiyê, 60 ji Îranê û bi dehan şirketên avahîsaziyê ji welatên din beşdarî fûarê dibin.

Back to top button