
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwazî li şanda Ajansa Japonî ya Alîkariya Navdewletî (JICA) kir.
Di destpêka civînê de Rêveberê JICA yê li Iraqê kurteyek li ser kar û projeyên ajansê yên li Herêma Kurdistanê pêşkêş kir, ku bi hevkarî û hevahengiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê çendîn projeyên cûr bi cûr di warên av, avrêj, elektrîk û çandiniyê de encam didin, ji wan herî girîng alîkarîkirina Wezareta Bajarvanî û Geştûguzariyê ye di sererastkirina masterplana bajarê Hewlêrê ku dibe bibe nimûneyek ji bo bajarên din ên Herêma Kurdistanê.
Herwiha alîkarkirina di çêkirina wêstgeha karoaw a li Dêrelûkê û pêşvebirin û gihandina avê li Helebceyê û nûjenkirina Mûzexaneya Silêmaniyê û çend projeyên din.
Serokwezîr spasiya hevkarî û hevahengiya ajansa JICA ya ligel Hikûmeta Herêma Kurdistanê kir û pesnê kar û projeyên wan da, ku bi awayekî profesyonel encam didin û xwazyarê pêşvebirina hevahengî û sûdwergirtina ji ezmûn û şarezayiya Japonyayê bû ji bo pêşxistina jêrxana aboriya Herêma Kurdistanê.