
Nêçîrvan Barzanî Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, roja 22.04.2018 li bajarê Hewlêrê pêşwazî li Gerd Moller wezîrê hevkarî aborî û vejandina Almanyayê û şandeya pê re kir, ku ji hijmareke parlanenterên parlamentoya Almanyayê pêkhatibû kir.Moller mêrxasiya Pêşmerge û xelkê Kutdistanê di cenga dijî DAÎŞê de û psrastina hemû pêkhateyên cudayên Îraqê ji terorê û xebatên Serokwezîrê Herêma Kurdistanê ji bo normalîze kirina têkeliyên bi Îraqê, welatên cîran û cîhanê re bilind nirxandin û got ku welatê wî li ser hevkarî û alîkarî kirina di warê leşkerî û mirovî ji bo Herêma Kurdistanê berdewam dibe.Şandeya mêvan diyar kir ku Almanya giringiyeke taybet bi têkeliyên xwe yên dêrîn bi Herêma Kurdistanê re û bi taybetî di warê aborî û bazirganî dide.Nêçîrvan Barzanî sipsiya hevkarî û alîkariyên ku Almanya di warê leşkerî û mirovî de pêşkeşê Herêma Kurdistanê dike kir û got pêşde birina têkeliyan ji karên pêşîne yên Hikûmeta Herêma Kurdistanê ye.Serokwezîr her wiha ji şandeya mêvan re behsa rewşa diyaloga navbera Bexda û Hewlêrê û çareser kirina beşek ji pirsgirêkên navbera herdu aliyan û rewşa deverê û pirosesa hilbijartinên parlanentoya Îraqê bi giştî kir.Nêçîrvan Barzanî di axaftina xwe de diyar kir ku derfetên baş yên sermaye razandinê li Herêma Kurdistan û Îraqê hene û ew amadene ji bo hatina kompaniya yên biyanî û Almanî hemû hêsankariyan bikin. Di heman demî de ji Almanyayê xwest di çareserkirina wan pirsgirêkên rastî Îraq û Herêma Kurdistanê hatine bi taybetî di warê îdarî û pêşkeş kirina hevkariyên teknînk de, alîkar be.Rewşa koçber û penaberên li Herêma Kurdistanî û bi taybetî koçberên êzidî û mesîhî ku rastî gelek derdeserîyan hatine mijarên din yên civînê bûn û Nêçîrvan Barzan sipasiya Almanyayê kir ku giringiyê bi pirsa koçberan dide û beşek ji dosyeyên wan çareser kirine.