
Komîteya Birevebirîya Navendî ya PAKê li Amedê civîna xwe li dar xist:Divê li ser bingehê daxwazên asgarî yên netewî û demokratîk, em tifaqa hilbijartinê pêk bîninKomîteya Birevebirîya Navendî(KBN) ya PAKê di rojên 21-22.04.2018an de li Amedê civîna xwe ya bi beşdarîya beşek ji endamên meclîsa PAKê li dar xist.KBN ya PAKê rewş û xebatên PAKê nirxand û bal kişand pêwîstîya xebateke hîn rêk û pêktir, hîn organîzetir.Herweha ji bo ku PAK bikaribe rola xwe ya pêwîst ya di doza azadîya Kurdistanê de bi cîh bîne,biryarên pêwîst wergirt.KBN ya PAKê rewş û rûdanên li welatê me û li herêmê bi berfirehî nirxand û sîyaset û nexşe rêya PAKê ya di derbarê hilbijartinên pêşwext yên li Tirkîyeyê û li Bakurê Kurdistanê di roja 24.06.2018an de dê li dar bikeve,tesbît kir.KBN ya PAKê di derbarê sîyaseta PAKê ya di derbarê hilbijartinên 24ê Hezîrana 2018an de dixwaze van agahdarîyan bi raya giştî re parve bike:–Li gorî biryara Parlamentoya Tirkîyeyê di roja 24.06.2018an de li Tirkîyeyê û li Bakurê Kurdistanê dê hilbijartinên pêşwext yên ji bo Parlamento û Serokkomarîyê li dar bikeve. KBN ya PAKê careke din dîyar dike ku girîngîyeke mezin dide , hevditinên di navbera partîyên Kurdistanî yên ji bo hilbijartinan. KBN ya PAKê dibêje, girîngî û pêwîstîya pêşnîyarîya partiya me ya di derbarê Bloka Kurdî de û wan xalên esasî yên ku me destnîşan kiribûn,îro hîn zêdetir derdikeve pêş . Ji bo ku gelê Kurd û Kurdistanê bikaribin wekî alîyekî tevbigerin, KBN ya PAKê bangî hemû alîyên peywendîdar dike da ku em zûtirîn dem li ser bingehê dazwazên asgarî yên netewî û demokratîk yên gelê Kurdistanê tifaqa hilbijartinê pêk bînin. KBN ya PAKê dibêje heger aliyê Kurd û Kurdistanê tifaqa xwe ya netewî û demokratîk ya hilbijartinê pêk bînin, wê gavê em dikarin bi ew alîyên Tirkîyeyî yên sîyasî, sivîl, demokratîk yên azadîxwaz, demokrat, edaletxwazin , yên ku li dijî şer û Rewşa Awarte ne,yên ku piştgirîya dawxwazên asgarî yên netewî yên gelê Kurdistanê dikin re jî hevkarîyên hilbijartinê pêk bînin. Heger em hêza xwe bikin yek , emê di tayîn kirina qedera hilbijartinê de bibin aktorekî esasî.–KBN ya PAKê di wê bawerîyê de ye ku pirsa Kurd û Kurdistanê ne ew pirse ku bi hejmara parlamenterên li parlementoyê ve bê çareser kirin.Ev pirs pirseke sîyasî û netewî yê, pirsa welatekî û miletekî ye û bi hevdîtin û mitabaqata herdu alîyan dikare bê çareser kirin.Lê nabe ku em girîngîyê nedin hilbijartinan jî. Divê wek alîyekî, em doza azadî, demokrasî û adaletê ya gelê xwe bi rêya hilbijartinê jî bikaribin biparêzin, pêşde bivin. Aşkere ye ku Qanûna Bingehîn, qanûn din, sîstema hilbijartinê gelek astengî, qedexe û bendan derdixe pêş gelê me . Lê astengî bi van jî naqedin; bi Rewşa Awarte, bi vê biryara hilbijartina pêşwext ya ku Hikûmet dixwaze hemû alîyên din bê amadeyî, bi şerpezeyî bixe hilbijartinan, ev helwesta li dijî demokrasîyê û astengîyên li ber me derketîye asteke herî bilind. Lê dîsa jî divê heta ku ji destê me bê em gelê xwe bê alternatîf nehêlin. Bi vê hişmendîyê û li ser daxwazên asgarî yên gelê me, ji bo ku em bikaribin tifaqeke herî berfireh pêk bînin, divê em hewlên xwe germtir û bileztir bikin.–KBN ya PAKê dibêje, em bangî hemû alîyên peywendîdar dikin da ku tifaqeke netewî û demokratîk ya ji bo hilbijartinên 24ê Hezîrana 2018an em pêk bînin û dibêje, ev tifaqa dikare ji bo hilbijartinên şaredarîyan yên ku di Adara 2019an de dê li dar bikeve jî bibe bingeheke xurt û divê em ji nuha ve xwe ji hilbijartinên şaredarîyan re amade bikin.23. 04.2018Buroya Çapemenî û Ragehandinê ya PAKê