Serokwezîr li gel waliyên Kurdistanê civiya

Di civînê de, cîgirê serokwezîr Îmad Ehmed, digel her sê waliyên herêma Kurdistanê; Temer Remezan waliyê Duhokê, Newzad Hadî waliyê Hewlêrê û Behroz Mihemed waliyê Silêmaniyê amadebûn.
Herweha di civînê de, Bayîz Talebanî wezîrê ekonomî û Nêçîrvan Ehmed serokê dîwana civata wezîran cih girtin.
Di vê civînê de pirsgirêkên parêzgehan hate gotubêjkirin û herweha xala ku gelektir desthila ji bo parêzgehan bête dayîn hate gotubêj kirin.
Serokwezîr ev civîng gelek bi nirx wesif kir û got dive civînên bi vî awayî berdewam bin.
Serokwezîr behsa dabeşkirina desthilatê kir û da xuyakirin ku hukumetê biryar daye ku ji bo gelek waran de burokrasiyê kêm bike desthiltê bêhtir bidin parêzgehan.
Ji bo dabeşkirina desthilatê komiteyek hatiye amade kirin û piştî ev komite karê xwe pêkbîne dê nirxandinek berfireh bête kirin.