Kultur

Olimpiyatên Londonê bi merasîmeke heybet dawî bû

 

 

Olimpiyata London 2012 a duh bi dawî bû. Li paytexta Îngiltere Londonê, bi xwepêşandaneke ku bi qasî 3 saetan dewam kir, temaşevan xiste nava kelecaneke mezin. 

Di merasîma girtina olimpiyatê de, gellek hunermendên Ingilîz jî di şeva dawî ya olîmpiyatê de cih girtin û ji 80 hezar kesî re stranên xwe gotin. 

Kesên ku beşdarî şeva dawî ya olîmpiyatê bûn anîn ziman ku ti caran merasîmeke wiha wana temaşe nekiriye. Li aliyê din tê gotin ku ji bo merasîma dawî ya olîmpiyatê bi qasî milyarek kes ji televizyonan temaşe kiriye

Di vê navberê de Serokê Komîteya Olîmpiyatê ya navneteweyî ji bo olîmpiyata sala 2016an ku wê li paytexta Brezîlya Rioyê pêk were ala olîmpiyatê radestî şaredarê Rioyê Eduardo Paese kir. 



 

 

 

Balkêş e ?
Close
Back to top button