Cîhan

Li hember Belarûs e, lê pesnê Tirkî dide

Di van du hefteyên dawî de danûstandinên Swêd bi Belarûs re ewqas xerab bûne ku niha tu têkilîyên dîplomatîk di navbera Swêd û Belarûs de nemane.

Li ser alozîya ku di navbera van herdu welatan derketîye de, sefîrên YE ji bo ku nîqaş bikin bê divê ew çawa tev bigerin îro li Brukselê li hev dicivin.

Heçî Wezîrê Derve yê Swêd Carl Bildt e, ew di daxuyanîyên xwe de pir tund û zelal e. Bildt balê dikişîne ser nebûna demokrasîyê ya li Belarûs û îdia dike ku ji ber desteka Swêd ya hêzên demokratîk ev kirîz derketîye. Lê rojnamevan Eşref Okumuş ku li ser têkilî û bazarîyên Carl Bildt bi Tirkî re lêkolîn kirine, di mesela mafê mirovan de helwesta Carl Bildt samîmî nabîne.

Berya em derbasî ser nirxandina Okumuş ya li ser vê alozîyê bibin, em guhê xwe bidine Carl Bildt bê ew çi dibêje: Sîyaseteke me ya zelal heye, em jê şerm nakin, berovajî em pê serbilind in. Û tu sedema ku em bi milîmekê jî ji ber birêz Lukaşenko deynin nîne. Lukaşenko ji ber tirsa xwe ya ji mafê mirovan wiha tevdigere, dibêje Wezîrê Derve yê Swêd Carl Bildt derbarê serokê Belarûs de.

Ev çend sal bûn danûstandinên navbera Swêd û Belarûs nebaş bûn. Lê di nav van deh rojên dawî de ew bi temamî qut bûn.
Pêşî dengûbas hatin belavkirin ku firokeyek Swêdî li Belarûs bi sedan hirçokên lîstikê yên zarokan ku li ser wan daxwaza mafê mirovan dihat kirin belav kirin.
Paşê, îna derbasbûyî Belarûs ji sefîrê Swêd Stefan Eriksson xwest ku ew welatê wan terk bike. Weke sedem Belarûs destnîşan kir ku sefîrê Swêd bi têkilîyên xwe yên bi muxalefeta welatê wan re xwe tedaxulî karê wan yê hundir dike.

Bersiva Swêd di cî de hat û tund bû. Hem sefîrê Belarûs hem jî du dîplomatên din divîyabû li Swêd nemînin. Bi vê re Belarûs gavek din avêt û got divê heta dawîya tebaxê yek dîplomatê swêdî li paytexta wan Mînskê nemîne. Swêd ji alîyê xwe ve gavek din avêt û biryara girtina sefareta Belarûs ya li Stockholmê da.

 

Rojnamevan Eşref Okumuş

 

Rojnamevan Eşref Okumuş sîyaseta tund ya Swêd li hember Belarûs di cî de dibîne, lê ew balê dikişîne ser sîyaset û bazarên Carl Bildt li hin welatên din û li gor wî ”girîngîdana mafê mirovan” ya ku Bildt behs dike ne ji dil e.

Swêd, endamê YE ye û xerabbûna têkilîyên Swêd bi welatekî din re YE gişt elaqedar dike. Vêce herçend YE tu tedbîrên aborî li Belarûs girênedabin jî di nav YE de muxalefeteke xurt heye û Swêd dixwaze pêşevanîya vê muxalefetê bike. Loma dibêje Eşref Okumuş:

Carl Bildt pişta xwe disipêrê muxalefeta Ewrûpa ya ku li hember Belarûs heye û xerabbûna têkilîyan ji Swêd re qezenc e.

Eşref Okumuş balê dikişîne ser ku sîyaseta Swêd ya derve bi giştî nerm û bidîqet e. Helwestên tund zû bi zû nadeyne û xwe nade pêş. Lê berya çar salan di şerê Rûsya yê li hemberî Georgia de Swêd eşkere li hember Rûsya derket. Bi hewman awayî îro li hember Belarûs li aramkirina rewşê nagere. Sedem li gor Okumuş ji bilî berjewendîyên sîyasî, aborî dijminahîya dîrokî ye.

 Beşir Kavak/Zayale

Back to top button