Polîtîk

Demîrtaş bi zimanekî tund CHP rexne kir

 

Hevserokê BDPê Selahattîn Demîrtaş, di xwarina fitarê de axifî. Demîrtaş diyar kir ku, ger li vî welatî ewlehiya parlementerekî tine be, ewlehiya ti kesî tine ye. Dewlet ,li ber ewlehî pêkanînê ketiye nav eczê. 

Selahattîn Demîrtaş wiha got, “helbet bi desteserkirina parlementerekî, berî her tiştî em xemgîn kirine. Me îfade kir ku, ji bo rojekê pêşde were berdan, em BDP ku çi dikeve ser milên me em amadene ku bi cih bînin. Peywira asil li ser milê hikumetê ye. Niha di destên PKKê de, qeymeqamek, 6 leşker û polîs, bi temamî 12 kes hene.”

Demîrtaş di derbarê CHPê de jî wiha got, “Lazime em helwesta hikumetê a di vir de baş bibînin. Sankî ev mesele a CHPê ye hewldidin. Ev mesela parlemenê ye. Pêwistbû şûna heyeta ku ji CHPê pêk hat û çû Dêrsimê, ji meclîsê lazimbû heyetek bihata pêkanîn û biçûya Dêrsimê… CHP ti cara nikare BDPê têxîne testa samîmiyetê. Partiyeke ku komkujiya Dêrsimê kiriye, piştî daxuyaniya BDPê, nikare derkeve û bibêje ku, ’em ji BDPê samîmiyetê dipên’. CHP bi vê qet nikare meşruîyeta partiye me bike mijara nikaşê. Dema hevserokên vê partiye li qada Îstasyonê bi parlementer û şaredaran re bi gazê, jop û panzeran dihatin birîndarkirin û radikirine nexweşxanê, wek partiya mixalfeta serete nikaribûn derketana û bigotana, ‘li dijî parlementeran ev zilm û êşkenca nayê kirin’. Ne hedê  AKP, CHP û MHPê ye ku samîmiyeta BDPê pirsyarî bikin.”

Li ser pirsekê, Demîrtaş diyar kir ku, ew li hevjîna Huseyîn Aygun geriyaye û ji wê re gotiye ku, çi bi destê me were em ê bikin.     

 

Back to top button