Polîtîk

Parlementer Huseyîn Aygun serbest berdan

Parlementerê Dêrsimê yê CHPê Huseyîn Aygun, îro hate serbest berdan. Aygun 2 roja berê li ser rêya Dêrsimê ji aliyê PKKê ve hatibû revandin.

Parlementer Aygun ku serbest ma şûnda, bi rêya têlefonê tevlî barnameya CNNTirkê a ku Enver Aysever pêşkêş dikir bû û hestên xwe û rewşa 2 rojan anî ziman. Aygun diyar kir ku, 2 roja li çiyayên Dêrsimê, li newalekê de ku ava xwe wek cemedê diherikî û li dereke ku bi daran hatiye dorpêçkirin de ez hîştim. Ez wek mêvanê xwe qebûl dikirim. Ji min re eşkere negotin ji CHPê veqete lê îfade kirin ku, ger ez bi awakî serbixwe siyasetê bikim ew ê memnun bibin.

Aygun di daxuyaniya xwe de anî ziman ku, di destpêkê de heta berdana wî, wî qet endîşe nekiriye û zanibûye ku ev çalakiya ji bo propagandayê tê kirin. Parlementer Huseyîn Aygun got, ji min xwestin ku, ez hîn zêde hewl bidin ku xwîna tê rijandin bê rawestandin.  

Back to top button