Serokwezîr Kurdistanê ava dike
Di berdewamiya serdana xwe de bo bajarê Silêmaniyê, îro 29ê gulanê bi amadebûna Îmad Ehmed cîgirê serokwezîrê Kurdistanê, hijmareke wezîrên hikûmetê û waliyê Silêmaniyê, Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê Kurdistanê pirojeyê avakirina 564 xaniyan bo xelkê hejar û kêmderamet vekir.
Di merasima vekirina pirojeyê avakirina xaniyan bo xelkê hejar û kêmderamtê Silêmaniyê, Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê Kurdidstanê peyvek pêşkeş kir û got:
– Me weke hikûmeta herêma Kurdistanê biryar daye ku, hemû pirojeyên akincîkirinê di xizmeta xelkê hejar û kêmderamet de bin û pirojeyên akinçîkirinê çênabe bibine rêya qezanckirina sermayerazandinê. Ji nuha û pê de yekmîn kesên ku qezancê ji pirojeyên akinçîkirinê bibînin dê xelkê hejar û kêmderamet be û ew malbat û gênc bin yên ku, nû zewcîne û jiyaneke nû dest pê dikin.
– Raste, di qonaxekê de helmeteke mezin ya sermayerazandinê di warê pirojeyên akincîkirinê de li herêma Kurdistanê encam da ku, bi dehan û bi sedan gund û bajarên cuda li bajar û bajarokên Kurdistanê hatin avakirin bazarê xanî û avahiyan germ bû, lê vê yekê hemûyê nikarî, weke pêwîst, arîşeya akincîbûnê li welêt çareser bike. Ji ber ku piraniya wan piorjeyan ji bo bazirganî û ticaretê bûn û gelek jê hatin kirîn û firotin û xelkê hejar û kêmderamet nikarî sud ji wan pirojeyan werbigire.
– Ev tecrûbeyek bû, her çiqas arîşeya akincîbûnê çareser nekir jî, lê di warê avahî, xanî, qesir û qisûran de rûyekî nû da herêma Kurdistanê di vî warî de pêngavên lezgîn û mezin hatin avêtin û di dawiyê de di xêra herêma Kurdistanê de bû. Lê belê dema vê tecrûbeyê biserve çû, êdî her pirojeykê akincîbûnê divê bi rastî beşdariyê di kêmkirin û nehêlana arîşeya kêmxaniyan de li herêma Kurdistanê bike û bi awayekî pikatîkî xelkê hejar û kêmderamet bike xwediyê avahî û xaniyan.
Nêçîrvan Barzanî di peyva xwe de got ku, hikûmeta herêma Kurdistanê ev tecrûbeya li Silêmaniyê encam daye û xanî bo hevwelatiyên hejar û kêmderamet avakirine, dê li bajar û bajarokên din yên Kurdistanê jî wê tecrûbeyê dubare bikin û hikûmeta herêma Kurdistanê ji bona vê armancê aliyên peywendîdar agadarkirin û pilan danaye.
Barzanî di peyva xwe de daxwaz ji waliyê Silêmaniyê û aliyên peywendîdar kir û got:
– Ka çawa we karekî gelek baş kiriye û ev piroje bi serkeftî gihandiye vê qonaxê, bi heman awayî di pirosesa dabeşkirina xaniyan da jî karekî baş û serkeftî encam bidin û bi hemû îmkanên xwe hewil bidin ku, bi rastî xelkê misteheq sud ji van xaniyan bibîne û ew bibe cîyê hewandina wan xêzananên kêmderamet ku gelek pêwîstîya wan bi xaniyek heye û hêviyên xwe li ser avakirine.
– Daxwazê ji we dikim ku, edalet û wekhevîyê di dabeşkirina xaniyan de garantî bikin, daku, weke pêştir min gotî, xelkê misteheq sud jê werbigire.
Xaniyên pirojeyî, her yek, bi 25 hezar dolarên amerîkî hatiye avakirin û li ser budceya wezareta avadankirinê ya hikûmeta herêma Kurdistanê encam daye. Ji bo xelkên hejar û kêmderamet bi qistekî dodirêj ku, tu bagiraniyê bi xelkî dirust neke.