Polîtîk

Serokwezîr ji bo YE: Referendum xwestek û îradeya gelê Kurdistanê ye

Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê Herêma Kurdistanê, roja 22.06.2017ê li bajarê Hewlêrê, digel şandeyeke Yekêtiya Ewropayê (YE) ku ji hijmareke balyoz û konsulên welatên YE yên li Îraq û Herêma Kurdistanê pêkhatibû civiya.Şandeya navborî bi seroaktiya Patrik Simoneth balyozê YE li Îraqê bû û di civînê de qurbanîdana xelk û pêşmergeyê Kurdistanê di cenga dijî terorîstên DAÎŞê de bilind hat nirxandin û tekîd li ser zêdetir hevkarî û hevahengiya nevbera Hewlêr û Bexdayê ji bona rûbirûbûna terorê û çareserkirina pirsgirêkan bi rêya diyalogê hat kirin.Şandeya YE hêvî xwest ku di vê demê de şerê dijî terorê karê pêşîneyê hemû aliyan be û bi alîkariya dostan, danûstamndin û diyalog di navbera Hewlêr û Bexdayê de bi cidî dest pê bike.Nêçîrvan Barzanî sipasiya hevkarî û alîkariyên Yekêtiya Ewropayê ku di şerê dijî terorîstên DAÎŞê de bi Herêma Kurdistanê re kiriye kir, dîtin û helwesta şandeya mêvan bilind nirxad, tekîd li ser berdewamiya civînan di navbera her du aliyan de kir û Hewlêr û Bexdayê pêwîstî bi wê yekê heye ku li ser paşeroja têkeliyên xwe û pêkvejiyanê û çareserkirina pirsgirêkan, bi cidî diyalogê bikin.Serokwezîr ji şandeya YE re daxuyakirin ku, pirsa referendumê xwestek û îradeya gelê Kurdistanê ye ku paşeroja xwe destnîşan bike. Helwesta Herêma Kurdistanê li hemer şerê dijî DAÎŞê helwesteke sabit e û nehatiye guhertin û karê pêşîneyê Herêma Kurdistanê cenga dijî terorê ye. Di warê leşkerî de hevkarî û hevahengiyek baş di navbera arteşa Îraqê û pêşmergeyê Kurdistanê de heye û serkeftinên hevbeş yên mezin bidest xistine û dê xebatên ji bona jinavbirina DAÎŞê berdewam bin.Nêçîrvan Barzanî eşkere kir ku ji bona çareserkirina pirsgirêkên isyasiyên nvaxweyî xebatên cidî hene.

Back to top button