
Nêçîrvan Barzanî Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, di peyamekê da ji malbatên qurbaniyên bûyera îro, 21.03.2019ê, li Mûsilê Qewimî ku gemiyeka geştiyarî binav bû, sersaxiyê dixwaze û berheviya hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo alîkarîkirina lêqewmiyan nîşan dide.
Teksta peyama sersaxiyê:
Em ji kûratiya dil hevderdî û hevxemiya xwe ji malbat û kesûkarên qurbaniyên bûyera kezebşewat ya îro ya binavûna gemiyeka geştiyarî li Çemê Dicelyê li Mûsilê, nîşan didin.
Em ji wan re sersaxiyê dixwaz in û di vê kêlîka dijwar û biêş da em bi wan re ne. Xwedayê mezin dilrehetî û aramiyê bi wan bibexşe û hêviya selameiyê ji bo rizgarbûyan dixwazin. Em hêvîdar in ku bûyerên kezebşwewt yên bi wî awayî çi çara dubare nebin.
Her ji dema destpêka bûyerê, em ji nêzîk rewşê û pêşhatan di şopînin, hemû saziyên peywendîdarên hikûmeta Herêma Kurdistanê hatine arastekirin û ji bo piştevanî û alîkarîkirinê timam di amadebaşiyê da ne, nexweşxane û beşên hawraçûnê di pêşwaziya lêqewiyan da ne.
Xwedayê mezin piştevan û alîkar be.
Nêçîrvan Barzanî
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê
21.03.2019