Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê Herêma Kurdistanê, roja yekşemê 04.12.2016ê li bajarê Hewlêrê, pêşwazî li Patrick Karam serokê Herêma Île-de-France ya Fransayê û şandeya pê re ku ji hijmareke diplomatkaran pêkatibû kir.Şandeya fransî pêşketin û pêkvejiyana navbera netewe, ol û mezhebên cuda de bilind nirxand û got ku, bergirîkirina pêşmergeyê Kurdistanê ji hemû pêkhateyên cuda, bi taybetî parastina mesîhî û êzidiyan ji bo civaka navdewletî şanazî ye.Di civînê de behsa; têkeliyên navbera Hewlêr û Bexdayê, pirojeyê hikûmeta Herêma Kurdistanê yê piştî azadkirina Mûsilê, paşeroja têkeliyên Hewlêr û Bexdayê, paşeroja ew pêkvejiyana li deverê heye, vegerandina koçberan bo ser war û milkên wan, dabînkiirna xizmetên pêwîst ji koçberên vedigerin û avadankirina deverên wêrankirî hat kirin.Nêçîrvan Barzanî li hemebr hevkarî û alîkariyên Fransa di warê leşkerî û mirovî de pêşkeşîê herêma Kurdistanê dike sipasiay Fransayê kir û got ku, Xelk û pêşmergeyê Kurdistanê di rêya şerê dijî DAÎŞê de bergiriyê ji Kurdistan, hemû pêkhateyan û cîhanan zad û bingehên mirovatiyê dike.Barzanî got ku hikûmeta Kurdistanê ne bi wê yekê re ye ew pêkhateyên kevnarên deverê welatê xwe bi cî bihêlin, lê divê li ser ew pêkvejiyana bi biratî heye ku Kurdistan şanaziyeke mezin pê dike, berdewam bin.Serokwezîr ji şandeya mêvan re behsa serxwebûba Kurdistanê kir û got ku gelê Kurdistanê serxwebûnê weke mafek xwe yê adil dibîne û li ser vê pirsê divê Herêma Kurdistanê digel Bexdayê li hev bike û bi daylogê çareser bike.Barzanî diyar kir ku, çend salên borî karê pêşîneyê Herêma Kurdistanê şerê terorêstên DAÎŞ bû, lê piştî nemana DAÎŞê divê zêdetir pirsa hikûmdariyê bê gotûbêj kirina û ji bo awayê hikûmdariyê li Îraqa piştî jinavbirina DAÎŞê, çarçoveke bê dîtin û hemû pêkahte di wê çarçoveyê de hest bi aramiyê bikin.Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî tekîd li wê yekê kir ku Herêma Kurdistanê dixwaze hemû pirsên bi Bexdayê re û pirsgirêkên navxweyî jî bi diyalog û danûstandinan çareser bike û di vî warî de rola Fransayê di piştevankirina yekrêziya xelkê Kurdistanê bi bîr anî.