Polîtîk

Serokwezîr digel wezîra karûbarên mirovî ya Polonyayê dicive

Nêçîrvan Barzanî Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, roja 12.12.2018ê li bajarê Hewlêrê, digel Beata Dimpa wezîra karberên mirovî  ya hikûmeta Polonyayê û şandeya pê re civiya.

Beata Dimpa sipasiya xelk û hikûmeta Herêma Kurdistanê kir ku  pêşwazî li hijmareke zêde ya koçber û penaberên destê terorê kiriye, hewandine û pêdawîstiyên rojane jê re dabîn kirine û bi pêwîst zanî ku civaka navdewletî zêdetir hevkarî û alîkariya koçber û penaberên li Herêma Kurdistanê hene bike.

Wê di axaftina xwe de ew pêkvejiyana  di navbera hemû ol û neteweyên cuda de li Herêma Kurdistanê heye bilind nirxand û gavên hikûmeta Herêma Kurdistanê yên di warê çareserkirina hemû pirsgirêkan bi Îraqê re bi gavên erênî wesif kirin.

Nêçîrvan Barzanî sipasiya serdana şandeya Polonyayê ji bo Herêma Kurdistanê kir û hêvî xwest ku şandeya mêvan di nava wê dema ew li Herêma Kurdistanê dimînin wêneyekî zelal li ser rewşa koçber û penaberan dest bikeve û got ku Herêma Kurdsiatanê berê, niha û di paşerojê jî da li ser pirensîpê pêkvejiyana olî û neteweyî berdewam dibe û dê zêdetir bi cî bike.

Serokwezîrê ji şandeya mêvan re behsa rûbirûbûna DAÎŞê û parastina pêkhateyên cuda ji aliyê xelk, hikûmet û pêşmergeyê Kurdistanê ve kir.

Barzanî, ji bona hevkarî û alîkarîkirina koçber û penaberan,  sipasiya rêxistin û komeleyên nehikûmî  yên navdewletî û navxweyî kir û daxwaz ji Polonyayê kir ku li Yekêtiya Ewropayê ji bona berçavkirina rewşa koçber û penaberan zêdetir bixebite daku hemû alî rewşa wan baştir bikin.

Back to top button