Serokwezîr dest avakirina yekrîzîyê dike

Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê Herêma Kurdistanê bi serokatiya şandeyekê, roja çarşemê 01.11.2017ê li bajarê Hewlêrê, serdana baregayê Komeleya Îslamiya Kurdistanê kir û ji aliyê emîrê Komeleya Îslamî û berpirsên wê partiye ve hat pêşwazî kirin.Di civînekê de rewşa Îraq û Herêma Kurdistanê bi giştî û bûyerên vê dawiyê qewimîn û çewaniya rûbirûbûna pêşhateyan û çareserkirina pirsgirêkan gotûbêj kirin. Her du aliyan tekîd li ser yekrêziya navmala Kurdistanê û çareserkirina pirsgirêkên hilawîstiyên navbera Hewlêr û Bexdayê bi rêya diyalog û dirustkirina baştirîn têkeliyan digel welatên cîran li ser bingeha berjewendiyên hebveş kir.Di civîna serokwezîr û emîrê Komeleya Îslamî de çend mijarên peywendîdar bi pirsên Herêma Kurdistanê ve û rewşa hevwelatiyan û peyrekirina siyaseteke saxlem ji bona birêvebirina Herêma Kurdistanê hatin gotûbêj kiirn.