Serokwezîr bo NY: Pirs cidîye û pêwîstî bi danûstandinên cidî heye
Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê Herêma Kurdistanê, 04.10.2017 li bajarê Hewlêrê, pêşwazî li Jan Kobish şandiyê taybet yê sekreterê giştiyê Neteweyên Yekgirtî ji bo karûbarên Îraqê û şandeya pê re kir û di civînekê de her du aliyan pêşhatên qonaxa piştî referesndûmê û ragirtina geştên asimanî ji û bo her du balefirxaneyên navdewletiyên Hewlêr û Silêmaniyê û helwesta Bexdayê a piştî referendum gotûbêj kirin.Serowkezîrê Kurdistanê tekîd li ser helwesta hikûmeta Herêma Kurdistanê kir ku dixwaze bi rêya diyalog û danûstandinan hemû pirsgirêkan bi Bexdayê re çareser bike û di vê çarçoveyê de rola Neteweyên Yekgirtî bi giring zanî.Serokwezîr got jî ku Herêma Kurdistanê bi pêwîstî dizane rewş ber bi aramiyê ve biçe û rêgirî li wan hewilan bê giritn yên dibin sedema zêdetir dijwarkirina rewşê çunkî ev pirs pirseke cidî ye û pêwîstî bi civîn û gotûbêjên cidî di navbera Hewlêr û Bexdayê de heye.Di civînê de reaksyona welatên cîranên Herêma Kurdistanê û civaka navdewletî li hember pirsa referendumê hat behis kirin û di vî warî de serokwezîrê Kurdistanê tekîd li ser wê yekê kir ku ew gava Herêma Kurdistanê avêtî bi tu awayî ji bo ser ewlekariyan tu welatn gef nabe, lê dê bibe hokarê zêdetir aramkirina deverê çunkî Herêma Kurdistanê hertim faktora îstîqrar û aramiyê bûye û dê her wisa jî bimîne, hertim destê aşitiyê ji bo derdûrê û cîranan dirêj kiriye û dê li ser vê siyaseta xwe berdewam be.Nêçîrvan Barzanî ji şandiyê Neteweyên Yekgirtî re tekîd kir ku Herêma Kurdistanê li ser şerê dijî DAÎŞê, hevkarî û alîkarîkirina koçber û penaberên destê terorê û parastina tevaya pêkhateyên olî û neteweyî, bî cudahî, berdewam dibe û ev jî beşeke sereke û giring ji kultura Herêma Kurdistanê ye û dê hertim bi vî awayî jî bimîne.