Serokwezîr behsa hûrgilîyên civînên Bexdayê dike

Şandeya hikûmeta herêma Kurdistanê a bi serokatiya Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê Kurdistanê di serdana xwe ya bo Bexdayê de cuda digel Nurî Malikî serokwezîrê Îraqê û Hisên Şehiristanî cîgirê serokwezîrê Îraqê bo karûbarên Enerjyê civiyan. Vê carê jî civîn bi dawî hatin û Hewlêr û Bexdayê, bi taybetî li ser pirsa neftê û budceyê, li hev nekir.

Piştî civînên Bexdayê bidawî hatîn, Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê Kurdistanê daxuyaniyek de Rûdawê û wî di daxuyaniya xwe de hûrgiliyên danûstandinên bi berprisên Îraqê re eşkre kirin.

Barzanî got ku, di civînan de dihat dîtin ku, serokwezîrê Îraqê Nurî Malikî  û Hisên Şehristanî cîgirêserokwezîrê Îraqê bo karûbarên enerjiyê xwestekek cidî nîşan da ku bigihin rêkeftinekê. Herêma Kurdistanê û Bexda jî dixwazin li ser hemû pirsan li hev bikin ”lê belê ev pirosese bi civînekê yan du civînan çareser nabe. ”

Li dor gefên Malikî û Şehristanî ku, gotibû ew dê budceya herêma Kurdistanê qut bikin, Nêçîrvan Barzanî got:

      Me gelek bi zelalî ji wan re got,  me got zimanê gefan nayê qebûl kirin û di berjewendiya tu aliyek da nîne, ne di berjewendiya Bexdayê de ye bi zimanê gefan biaxive û ne di berjewendiya Hewlêrê de ye gefan bike. Ji ber ku, ev pirs bi gefan çareser nabe, lê bi civîn û diyalogê em dikarin bigihin çareseriyekê.

Barzanî got ku, şandeya herêma Kurdistanê pirojeyê xwe yê çareseriyê pêşkeşî Bexdayê kiriye û ”em li benda Bexdayê ne bi fermî bersiva me bide. Em dê carek din digel wan bicivin û em hêvîdar in em bigihin encamekî baş.”

Serokwezîrê Kurdistanê li dor pirsa budceyê jî got ku, ew pirojeya budceyê a civata wezîrên hikûmeta Îraqê bê razîbûna kurdan pesind kirî û ji parlamentoya Îraqê re şandî bi tu awayî ji aliyê herêma Kurdistanê ve nayê qebûl kirin û gelek kêmasî tê de hene.
 

Nerîna min :