Helmeta "Ez Kurdistanî Me" berev serxwebûnê diçe
Ciwanên Kurd di 19’ê vê mehê de li welatê Swêdê helmetek bi navê Ez Kurdistanî Me li ser tora civakiya facebookê hate destpêkirin û demeke nêzîk de hejmara Kurdistaniyan zêde bû û êdî daxwaza wan ya serxwebûnê destpêkiriye.
Di çarçoveya vê helmetê de li ser tora civakiya facebookê rûpelek hatiye vekirin û her wiha amadekariyên vekirina malperek jî bi sedan wêneyên kesên ku di deste wan rûpelên nivîsa Ez Kurdistanî Me û Min Kurdistanîm hatine nivîsîn.
Hizra vê helmetê ji aliyê Mêhvan Gara (Dihokî) ve hatiye destpêkirin lê xebat û destpêkirina vê helmetê jî ji aliyê Heyam Çetinkaya (Mêrdîn) ve hatiye kirin.
Her wiha armanca wan ewe bûye ku hemû Kurd xwe yek bibinin û bi tenê cudahîya wan gund û bajarê wan be. Her wiha dibêjin: “Em Kurd bûne çar perçe lê ya girîng ewe ku bi karînên xwe em vê yeke qebûl nekin.”
Ji aliyeke din ve gelek wêne û li ser tora civakiya facebookê belav dibin û daxwaza serxwebûnê, daxwaza nasname û pasportên Kurdistanî jî belav dibin.