Avadankirin û pêşketina Kurdistanê berdewam dibê
Malpera Green Prophet a Îsraîlî li raporek de behsa pêşketina Herêma Kurdistanê bi awayeke giştî û bajarê Hewlêra paytext bi taybetî dike ku li van çend salên derbasbûyî de pêşketiye.
Malper dinivîse ku li van çend salên derbasbûyî de hejmarek kompanyayên mezinê cîhanî ji bo mebesta encamdana projeyên veberhênanê hatine Herêma Kurdistanê û eve jî wiha kiriye Herêma Kurdistanê geşbûneke mezina aborî û avadankirinê bi xwe ve bibîne.
Yek ji bajarê pêşketiyên Herêma Kurdistanê jî Hewlêra paytexte. Eger serdanekî vê bajarê bikî, dibînî ku sedan villa û dehan avahiyên bilind yên taybet bi îş û karên aborî têne dirust kirin.
Tenê ne kertê taybete ku rola mezin dibîne, belku Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî tevahiya hewlên xwe xistiye holê geşbûna aborî û avadankirina Hewlêr û tevahiya bajar û bajarokên dinê Kurdistanê pêkbîne.
Her ji bo wê yekî jî dibînîn li gel bi cîhkirina van projeyan jî Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi berdewamî rê û baniyên nû dirust dike û girîngiyekî tevahî jî bi park û keskatiyê dide.
Her wiha malper li dawiya raporê de dibêje, nûjenkirina qela Hewlêr berdewame. Li heman demî de, hejmarekî zêdeyê avahî û projeyên mezin li vî bajarî de têne bi cîh kirin. Eve jî weku derencama siyaseta serketiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê li rakêşana bala veberhênerên biyanî de ji bo wê yekê rû li Herêmê bikin û karê veberhênan encam bidin.
Roj bi roj jî hejmarekî zêdetirê geştiyaran li rêya firokxaneya navdewletiya Hewlêrê ve digihin wê bajarê û eve jî wateya ewe digihîne bi cîh kirina projeyên li Herêma Kurdistanê û pêşketina Kurdistanê berdewam dibê.