Serokwezîr Barzanî û Ján Kubiš rewşa Îraqê dinirxînin

Nêçîrvan Barzanî Serokwezîrê  Kurdistanê, li Hewlêrê, digel Ján Kubiš şandiyê taybetiyê Sekreterê giştiyê Neteweyên Yekgirtî ji bo karûbarên Îraqê civiya.Di civînê de behsa bûyerên van rojên dawiyê li Îraqê û bi tyabetî xwepîşandan û aloziyên başûrê Îraqê hat kirin û Ján Kubiš tekîd kir ku pêwîst e aliyên siaysiyên Îraqê dest bi diyaloga cidî ji bona pêkanîna kabîneya nû ya Hikûmeta Îraqê bikin û bi berdewamî daxwaziyên hevwelatiyan bişopîn in û got ku rola Herêma Kurdistanê di danûstandinên pêkanîna kabîneya nû ya Hikûmeta Îraqê de roleke bi bandor û giring e.Nêçîrvan Barzanî behsa pirosesa siyaysî li Îraqê û hijmartina dengan bi dest (degên dengdana 12 gulan borî ji bo perlamentoya Îraqê) kir ku pirosesa hijmatina bi dest bi dawî hatiye û bi pêdvî zanî ku Dadgeha Federal a Îraqê biryara xwe li ser encamên hilbijartinê bide û encaman qebûl û pesind bike daku aliyên siyasî bi cidîtir dest bi danûstandinên pêkanîna kabîneya nû bikin.Serokwezîr got ku ji bona aramiya Îraqê, Herêma Kurdistanê amade ye bi her awayî hevkarî û alîkariyê bike, û divê di çarçoveya pirograma hikûmeta nuya ya bê de daxwazên hevwelatiyan cî bigirin û çareserî jê re bê dîtin. 

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: