Hêzên Asayişa Rojava ya bi ser PYDê ve dest bi guherîna nav, al û diruşmeyûn xwe kir.Li Kurdistana Rojava hêzên girêdayê PYDê destpêkirin ku navên xwe û diruşmên xwe diguherin. Heta niha nave Rojava bi kar dianîn. Niha ew jî rakirin û navên din yên ku tu pêwendiyan wan Kurdistanê re nînin bi kar tînin.Hêza ku bi navê Asayişa Rojava dihat naskirin, niha bi navê Hêzên Ewlehiya Hundirîn hat guhartin. Herweha hêza navbûrî al û diruşmeyên xwe jî guhertin û li ser rêbend û destpêkên bajaran hatine daleqandin.Ev yek delileke ku ev hêz pêşerojê de dibin beşek ji hêzên Suriye.Ji bo van guhertinan jî tu daxûyaniyekî nadin.Lê tê zanin ku roja ewil ve heta niha tu cara pêwendiyên rejimê û PYDê ji hev qût nebûne û her demî YPG beşek ji siyaseta rejima Suriye bû. Eger car bi care ev yek bihata guhertin û PYDê di helwesta xwe de hinek gavên li dijê rejimê diavêtan jî, lê her demî kontrola PYDê û hemû hêz û dezgehên pêve girêdayî di destê rejima Suriye de bûn.Ev guhartina nav û diruşmeyên hêzên asayişê di demekîdene ku berpirsên Rêveberiya Xweser, Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM), Meclîsa Sûriyeya Demokratîk (MSD) û Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) radigihînin ku ew amade ne bê merc danûstandinan ligel rêjîma Sûriyê bikin.Di bingehê xwe de ev nav û dezgehên cuda hemû yekin. Fermana xwe ji tenê yek deverekî distînin. Ev beşeke ji siyaseta PKKê ku dehên salane li Kurdistanê rêve dibe.  

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: