Em dilsozê xelkê Îranê ne
Wezîrê Derve yê Amerîkayê Mike Pompeo di civînekî de axivî û behsa siyaseta Îranê kir. Di civînê de gelek Îranî amade bûn.Di axavtina xwe de Poppeo got:Rejima Îranê li navxweyê welat tedariyek mezin dike, li derve kampanyayên tund rêve dibe.Gelek cara cîhan nizanê li himber kiryarên Îranê çi bike. Xelkê Îranê li himber van kiryarên rejimê bê deng namînin. Amerika jî bi serokatiya Trump de li himber Îranê bê deng namîne. Ez ji bo xelkê Îranê dibêjim; Amerika rewşa we dişopîne û pişgiriya we dike. Amerika li gel weye. Dema em dibînin ku bi rêya ax û keviran azadî gavek berpêşve diçe bi dilê me ye. Em soza dilsoziyê didin xelkê Îranê.Pompeo diyar kir ku, gendelî li Îranê gelekî belav e. Welat ji aliyê Mafiya ve tê rêvebirin.Wezîrê Derve yê Amerîkayê di derbarê siyaseta derve got: Di siyaseta derve de Îran îdeolojiya tundu tujî ye dişîne gelek deveran.Îran li Suriye Rejima Bişar Esad, li Libnanê Hizbullah, Hemas, li Iraqê grubên Şîe û Husiyê Yemenê xwedî dike û pişgiriya wan dike.