Yunan dişewite qurbani gelekin

Li Yunanistanê agir girt daristanê û ji duhve nikarin bivemirînin, li gora agahdariyên medya cîhanî heta niha 24 kesî jiyana xwe ji dest dane û bi sedan birîndar hene. Li gora hinek agahdariyan jî hêjmara kesên mirî gihatiye 50 î.Agir li devera Mati ku cihek yê geştiyariyê ye destpêkir. Matî tenê 40 kilometreyî ji paytextê Yunan Atina dûre.Li herêma ku agir pê ketî bi sedan xanî hatine şewitandin. Heta niha jî hêja devera agir berfireh dibe û neketiyê di bin kontrolê de.Gelek welatên din yê Ewropî ji bo arikariyê hêzên agirvemirandinê rêkirin Yunanistanê.Serokwezîrê Yunan Aleksis Çipras di daxûyaniya xwe de got ku, agir li Rojhilat û Rojavayê Atina berdewame.Vê rewşê metirsiyek mezin bo peyda kiriye.


