Cîhan

Serokkomarê Sirbistanê doza lêborînê kir

Serokkomarê Sirbistanê ji bo komkujiya ku li dijê Bosniyan kirîn, doza lêborinê kir.

Serokkomarê Sirbistanê Tomislav Nikoliç ji bo bûyerên Srebrenitsa qemimîn li ser navê dewleta Sirbistanê doza lêborînê kir.

Di dema şerê navxwe yê Yogoslavya kevin, leşker û mîlisên Sirbiyan gelek misilmanên Bosnî kuştin û herweha li devera Srebrenistan 8 hezar gundî komkujiyekî de qetil kirin.

Tomislav Nikoliç serokkomarê Sirbistanê   di kanala fermi ya Bosnî de tevlî bernameyekî televizyonî bû. Di televizyonê de Nikoliç got: Ez li ser çokê xwe disekinim û bi navê Sirbistanê ji bo kuştinên hatîn kirin doza lêborînê dikim.

Komkojiyê ki bike û li himber kî bike, tawanek mirovatiyê ye. Bi awayek fermî daxwaziya lêborînê kêm bêjî bîrîna ku bi 10 salan didomê dikewîne. Kesên doza lêborînê dikin jî li himber dîrokê berpirsiyariya xwe tînin cih û herweha meznahiya xwe didin nîşandan.

Bila ev yek ji gelek welatên din re bibe wek nimuneyekî.

Back to top button