CivakRojev

Serokê PAKê spasiyê dike

Serokê PAKê Mistefa Ozçelîk ji bo her aliyek ku minasebeta wefata feyaz Ekmen serxweşiya wan kirî spasiyê dike û bi vê minasebeta daxûyaniyek ragihand.

Spas ji  hemû  partî,rêxistin,  dezgeh , malbat û kesên ku  ji bo  wefata hevalê me Kek Feyyaz Ekmen  bûne hevparê xema me

Cîhgirê Serokê Giştî yê PAKê,  hevalê me, kek Feyyaz Ekmen roja 30.04.2021ê ji ber nexweşîya Covîd-19ê li Almanyayê ji nav me koç kir.

Piştî wefata kek Feyyaz, roja 03.04.2021ê li Almanyayê ji alîyê malbata kek Feyyaz Ekmen û PAKê ve merasîmeke xatir xwestinê hate li dar xistin.Di vê mersîmê de Alaya Kurdistanê li tabûta Kek feyyaz Ekmen hate pêçandin û li ser navê malbata Kek Feyyaz Ekmen û li ser navê PAKîyan endamê Meclîsa PAKê Sirac Kirici di heqê jîyan û têkoşÎna kek Feyyaz Ekmen de axaftinek kir.

Roja 04.05.2021ê jî cenazeyê kek Feyyaz Ekmen ji Almanyayê gihîşte Êlihê(Batman). Bi hezaran kesên ku dixwestin beşdarî merasîma veşartina cenazeyê Kek Feyyaz Ekmen bibin, mixabin ji ber  qedexeyên Covîd-19ê nikarîbûn beşdarî merasîmê bibin. 

Lê dîsa jî  di roja 04.05.2021ê de bi beşdarîya  girseyeke mezin, cenazeyê kek Feyyaz Ekmen li Nevçeya Kercewsê ya Êlihê hate veşartin,  mezelê Kek Feyyaz Ekmen bi Alaya Kurdistanê hate pêçan. 

Li ser qebra kek Feyyaz Ekmen , endamê Meclîsa PAKê Eyup Alacabey mesaja  Serokê Giştîyê PAKê xwend û di heqê jîyan û têkoşîna kek Feyyaz Ekmen de axaftinek kir.Li gel pandemîyê jî, malbata hevalê me li Kercewsê tazîyê danîn û bi gireyeke mezin  beşdarî vê tazîyeyê bû.

Piştî ku qedexeyen Covîd-19ê rabe, di wexteke minasîb de, bi beşdarîya malbat, heval, nas û dostên kek Feyyaz û welatperwerên Kurdistanê  dê merasîmeke taybet li ser mezelê kek Feyyaz bê li dar xistin.

Ez li ser navê xwe, li ser navê hemû rêveber, endam, alîgir û dostên PAKê spasîya gelê me, spasîya hemû partî, rêxistin, dezgehên sivîl, malbat û kesayetên ku beşdarî merasîma li Almanyayê û merasîma li Kercewsê bûne;  bi peyam, telefon, parve kirin û daxuyanî û gotarên li ser sosyal medyayê bûne hevparê xem û êşa me dikim.

Kek Feyyaz Ekmen dê di dilê me de, dê di têkoşîna me de her bijî.

08.05.2021

Mustafa Özçelik

Serokê Giştî yê PAKê

Back to top button