PolîtîkRojev

Li Qamişlo milîtanên PKKê hewla êrîşa ofisa Rûdawê kirin

Li gora nûçeya Rudawê li Qamişlo hinek militanên PKKê şrîşê ofisa wan kiriye. Grubek bi sloganin PKK û bijî serok Apo diavêtan hewldan bikevin ofisa Rudawê li Qamişlo.

Rêveberê Ofîsa Tora Medyayî ya Rûdawê li Qamişlo diyar kir ku ew ciwan beşdarî xwepêşandanekê li pêş baregehê Neteweyên Yekbûyî bûn, lê wan berê xwe da ofîsa Rûdawê û silogan û dejûn li dijî Rûdawê avêtin, û li deriyê Rûdawê dan û hewl dan bi zorê derbasî nav ofîsê bibin.

Rêveberê ofîsa Rûdawê got, piştî ku me pêwendî bi Asayişê re kir, hêzek Asayiş hat ofîsa Rûdawê.

Tora Medyayî ya Rûdawê dezgehek e ku bi molet li Rojavayê Kurdistanê kar dike, lewma parastina hevkarên Rûdawê û ofîsa wê li Qamişlo li stûyê Rêveberiya Xweser a Demokratîk e.

https://www.rudaw.net/?utm_source=KwikPlayer&utm_medium=KwikShare&utm_campaign=KwikMotion

Back to top button