Serokê MÎTê Îbrahîm Kalin serdana Iraqê kir

Kalin li Bexdayê ji aliyê Serokkomarê Iraqê Abdullatîf Reşîd ve hat pêşwazîkirin. Li gor tê gotin, di hevdîtinê de rewşa Silêmaniyê ya ku tê îdiakirin piştgiriya PKKê dike hat gotûbêjkirin.
Li gor agahiyên hatine bidestxistin Kalin; di derbarê êrîş û operasyonên PKK ên li ser baregehên hêzên çekdar ên Tirkiyê yên li Herêma Kurdistanê agahî da. Her wiha wî got ku Tirkiye wê operasyonên xwe “li gor mafên xwe yên ku ji rêkeftinên Neteweyên Yekbûyî derdikevin li Herêma Kurdistanê berdewam bike”.
Hat diyarkirin ku Kalin her wiha “nerehetiya xwe ya ji zêdebûna hebûna PKK bi taybetî li Silêmaniyê” aniye zimên. Serokkomariya Iraqê di derbarê serdanê de daxuyaniyek da.
Li gor daxuyaniyê, di hevdîtinê de Kalin bi bîr xist ku Tirkiye giringiyê dide ewlekarî û aramiya Iraqê û Serokkomarê Iraqê Ebdullatîf Reşîd jî ji Kalin re tekez kir ku ji bo çareserkirina pirsgirêka avê divê di navbera her du aliyan de lihevkirinek mayînde bê kirin.
Ebdullatîf Reşîd bal kişand ser wê yekê ku binpêkirina mafan li Silêmanî û hin bajarên din bandorên neyênî li peywendiyên her du welatan kiriye û tekezî li ser wê yekê kir ku li gor prensîbên rêzgirtina li serwerî û ewlehiya welatiyan tevbigerin.