Cîhan

Gelo wê dawî li derziya însulînê bê?

Lêkolînek hevbeş ji hêla du zanîngehên Norwêc û Avusturalya ve hat kirin ku hêviyek mezin da nexweşên nexweşiya şekir. Heger lêkolîn bi ser bikeve dibe ku derziya însulînê ji holê rabe.

Di encama xebata ku ji hêla zanyarên Zanîngeha Sydney û Zanîngeha Arktîk a Norwêcê ve hatî kirin, însulîna ku wek heban tê xwarin hat çêkirin. Li gor lêkolîna ku di kovara zanistî ya Nature Nanotechnology de hatiye weşandin, însulîna xwarinê dikare bi forma kapsulan an jî bi danîna nav parçeyek çîkolata bi nano-hilgirên nedîtî ve bê stendin. 

Profesor Peter McCourt ji Zanîngeha Arktîkê, ku yek ji beşdarên lêkolînê ye, got:

“Çêtir e ku meriv însulînê bi vî rengî bigire, ji ber mimkun e ku bi lez maddeyê bigihîne deverên laş ên ku lezgîn hewceyî însulînê ne. Însulîn bi şiringê tê girtin, li seranserê laş belav dibe û dibe sedema bandorên neyînî yên nexwestî”. 

Tevî ku îro gelek derman bi devkî tên stendin jî, nexweşên diyabetê heya niha neçar in ku derziya însulînê bi kar bînin. 

McCourt da zanîn, sedema vê pirsgirêkê ew e ku însulîna bi nano-hilgiran dikeve laş di aşikê (mîdeyê) de diqelişe û ji ber vê yekê nikare xwe bigihîne deverên ku laş pêdiviya wê pê heye. Encamên ku di çarçoveya lêkolînê de hatine bidestxistin vê pirsgirêkê ji holê radike. 

McCourt got:

“Me qalibek çêkiriye ku wê rê li ber perçebûna însulînê bi asîda mîdeyê û enzîmên guvaştî bigire. Bi vî awayî, însulîn dikare bigihêje kezebê, cihê ku divê biçe, bêyî ku avahiya wê xerab bibe”.

 “Heger şekirê xwînê kêm be, însulîn dernakeve”

 Ji pêşengên lêkolînê Nicholas J. Hunt ji zanîngeha Sydney got:

“Ev tê wê wateyê ku dema şekirê xwînê bilind dibe însulîn bi lez ji kezebê dertê. Ya girîngtir, ger şekirê xwînê kêm be, însulîn dernakeve”. 

Li gor hatiye gotin, însulîna nû ya ku bi devkî tê girtin, ewil li ser kurm, mişk û cerbohan hatiye ceribandin û encamên baş daye.

Back to top button