Civak

Li Stanbolê kî tê hilbijartin?

Dezgehê Lêkolînê Optimar di derbarê rewşa hilbijartinên şeredariya Stanbolê de lêpirsînek berfireh li darxist.

ENCAM:

Li gora vê lûpirsînê, kesên beşdarbûyin % 33.7 Îmamoglu serkeftî nabînin û % 40.3 wî serkeftî dibinin.

Di rapirsînê de hat pirsîn ku hilbijartinên Stenbolê wê li ser siyaseta welêt çiqas bandorker be. Ji sedî 33,3 difikirin ku ew ê pir bandor be. Yên ku dibêjin bi bandor e ji sedî 29 in. Dema ku em van her duyan bidin ser hev, ji sedî 62,3 difikirin ku wê bandorê li siyaseta welêt bike. Ji sedî 26 dibêjin nerm e, rêjeya kesên ku dibêjin bêbandor e ji sedî 9,6 dimîne. Yên ku bersiva “pir bêbandor” dane ji sedî 2,1 in.

Optîmar pirsî ka Murat Kurum an jî Ekrem Îmamoglû bê hilbijartin. Rêjeya kesên ku dibêjin divê Murat Kurum were hilbijartin ji sedî 42,1, yên ku dibêjin Ekrem Îmamoglu jî ji sedî 46,3 ye.

Rêjeya kesên ku dibêjin bêbiryar in ji sedî 5,7 e, yên ku nabêjin jî ji sedî 5,9 e. Ev jî nîşan dide ku hilbijartin li ser devê kêrê ye.

Raya giştî li ser hevkariya vekirî û zelal a di navbera DEM û CHPê de çawa dinêre? Optimar jî ev pirs kir. Ji sedî 33,1ê kesên beşdarî anketê bûne erênî dîtine, rêjeya kesên ku gotine wan neyînî nirxandiye ji sedî 66,9 e.

Optîmar pirsa gelo Ekrem Îmamoglû bi piştgiriya yek ji van herdu partiyan dikare di hilbijartinê de bi ser bikeve yan na? Rêjeya kesên ku dibêjin erê dikare bi ser bikeve ji sedî 33,5 e, rêjeya kesên ku dibêjin na nikare bi ser bikeve ji sedî 61,7 e.

Back to top button