Civak

Serokê mafya Tirk Çakici gef li endamê HEDEPê Gergerlioglu xwar

Serokê mafya û nîjadperestê Tirk Alaattin Çakici, li ser hesabê xwe yê medya civakî gef li wekîlê HEDEP yê Kocaeliyê Omer Faruk Gergerlioglu xwar.

Di nivîsa Çakıci de wiha hat gotin: “mirovê bêserûber, hişê xwe bide serê xwe, gotinên ji xwe mezintir neke“.  Çakici, anî zimên ku parlamenterên HEDEPê wek “Çeqelên Qendîlê yên li meclîsê ne” û got: “Ez li hemû Tirkiyê digerim, ger hûn mêr in werin bi min re rû bi rû bin”.

Çakici, di daxuyaniya xwe de tehdît û heqaretên giran kirin, Gergerlioglu wek “dûvikê Qendîlê” û “mirovê bêserûber” bi nav kir; Gotinên gefxwarinê yên wek “hişê xwe bide sere xwe”, “gotinên ji bejna xwe mezintir neke”, “Çeqelên hov ên Qendîlê ” bi navkir.

Alaattin Çakici, li ser daxwaza Serokê Partîya MHP Devlet Bahçeli ji hepsê hatibû azadkirin û wek piraniya serokên mafyayên Tirk bi nîjadperestiya xwe tê naskirin.

Wekîlê HEDEPê Omer Faruk Gergerlioglu wek mirovekî dadperwer û parêzerê heqîqetê tê naskirin. Piştî ku di meclîsê de li dijî Serokê MHP Devlet Bahçeli axivî, Alaattin Çakici ev gef lê xwar.

Back to top button