Cîhan

Pentagon: 55 êrîş li dijî baregehên Amerîkayê hatine kirin

Wezareta Berevaniya Amerîkayê (Pentagon) ragihand ku ji 17ê Cotmehê ve 55 êriş li dijî baregehên Amerîka yên li Iraq û Sûriyê hatine kirin.

Cîgira Berdevka Pentagonê Sabrina Singh di civîna çapemeniya rojane de di derbarê êrîşên ser baregehên Amerîkayê de agahiyên nû dan.

Singh, da zanîn ku ji 17ê Cotmehê û vir ve 55 êrîş li dijî baregehên Amerîkayê, 27 li Iraqê û 28 jî li Sûriyê hatine kirin û Singh diyar kir ku di van êrîşan de 59 personel bi sivikî birîndar bûne û hemû jî vegeriyane ser karê xwe.

Singh komên girêdayî Îranê ji êrîşên li dijî baregehên Amerîkayê berpirsyar dît û got ku mafê Amerîkayê ye bersiva van êrîşan bide. Singh, diyar kir ku ew hewl didin nakokiyên Îsraîl û Filistînê li herêmê belav nebin û tenê bi Xezzeyê ve bi sînor bin.

Singh destnîşan kir ku bi hebûna xurt a DYA ya li herêmê heta niha di vê polîtîka “pêşgiriyê” de bi ser ketine.

Back to top button