Em Seyid Riza û hemû şehîdên Kurd û Kurdistanê bi bîr tînin

86 sal berê di 15ê Mijdara 1937an de, li Meydana Genim a Xarpêtê, Seyîd Riza, kurê wî Huseyîn û gelek rêvebir û mezinên Kurd ji alî rejîma Kemalîst ve hatin darvekirin. Seyît Riza ji bo daxwaza hevdîtinê bi rejîma Kemalîst re bike hat Xarpêtê (Elezîzê) û di rê de hat girtin.
Kemalîstan di 5ê Kanûna 1935an de zagona bi hejmara 2884an a “Rêveberiya Eyaleta Dersimê” derxistin û di 4ê Gulana 1937an de ji teref hikûmeta wê demê ya CHPê ve “Operasyona Tenkilê ya dersimê” dan destpêkirin.
Di vê operasyonê de bi deh hezaran mirovên bêguneh ên Dêrsimê hatin qetilkirin, bi deh hezaran jî hatin sirgûnkirin, di êrîşên hovane de balafir û gazên kîmyewî hatin bikaranîn.
Bi hezaran zarokên Dêrsimî yên ku ji vê qetlîama rizgar bûbûn ji nasnameya xwe hatin veqetandin û wek zarokên bêxwedî li malbatên Tirk hatin belavkirin.
Di sala 1937/38an de li Dêrsimê ne berpirsyarên vê qetlîamê hatin darizandin, ne hatin dadgehkirin, ne jî îtîbara kesên ku hatin îdamkirin ji nû ve hat vegerandin. Heta îro cihê gorên wan jî nehatin eşkerekirin.
Di derbarê keçên Dêrsimê yên winda de tiştek nehat kirin û ji bo kes û malbatên ku di komkujiyê de zirar dîtine tu gav nehat avêtin.
Em Seyid Riza û hemû şehîdên Kurd û Kurdistanê bi bîr tînin.
Giyanê wan şad, cihê wan bihuşta nûranî be.